Herî kêm 4 kes hatine kuştin.
Li gor çapemeniya Rûsî duhê danê êwarê li bajarê Nijnevartovsk ya ser bi navçeya Tûmen di nava bînayeke 5 qatî de teqîneke mezin çê bûye.
Çapemeniya Rûsî diyar kiriye ku, di encama teqîna han de heta niha herî kêm 4 kesan canê xwe ji dest dane û herî kêm 10 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Rûsî diyar kirine ku, ev teqîna han jiber gaza LPG çê bûye û di bînayê de zêdetir ji 50 kesên din jî karîne xwe rizgar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin