Konsulusê Tirkiyeyê xwe ji Serokwezîrê Kurdistanê re da nasîn

Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.
کوردستان TV
100%


Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê pêş de bibe.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê birêz Memed Mewlûd Yakût kir.

Jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê Tirkiyeyê yê li herêma Kurdistanê me pîrozbayî li wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Tirkiyeyê jî behsa xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyên li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir bi taybetî pêşde birina têkiliyên di ware abûrî, bazirganî û hêlbirînê de.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.