Konsulusê Brîtanyayê xatir ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest

Kurdistan û Brîtanya têkiliyên xwe berfiretir û bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Konsulusê Brîtanyayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Brîtanyayê kir û piştî bidawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê birêz David Hunt kir kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe ev serdana han pêk anî bû.

Me spasiya Konsulusê giştî yê Brîtanyayê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de kar bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên navbera herêm û Şahnişîna Yekgirtî kiriye û di pîwerdariya nû de me hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Brîtanyayê behsa têkiliyên bihêz yên di navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê bi taybetî piştî serdana me ya bo Brîtanyayê kir ku, di meha 4an ya 2022an de hatibû pêkanîn û bibû werçerxaneke girîng bo pêşde birina têkiliyan di navbera her du aliyan de.

Konsulusê giştî yê Brîtanyayê herwiha rêzdariya xwe li hember karasanî û hemahengiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya Brîtanyayê diyar kir.

Refomên kabîneya 9an, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî, parastina ewlekarî, aramî û serweriya Îraq û herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civîna me bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.