Amerîka dîsa dest danî ser keştiyeke din

ev keştiya han xwestiye çek û cebelxane bo çekdarên Husî veguhêze.
کوردستان TV
100%

Têde zêdetir ji 50 ton teqemenî û cebelxane hebûye.

Fermandariya hêzên daryayî yên Amerîkayê yên li Kendavê ragihand ku, duhê hêzên Amerîkî li peravên deriyaya Omanê dest danîne ser keştiyekê ku, xwestiye biçe Yemenê.

Li gor daxuyaniya han di nava vê keştiya han de zêdetir ji 50 ton cebelxane, teqemenî, çek û mûşek hebûne.

Her çend Fermandariya hêzên deryayî yên Amerîkayê eşkere nekiriye ku ev keştî Îranî bûye û xwestiye wan çek û cebelxaneyan bo Husiyan veguhêze, lê çapemeniya Erebî dibêje ku, ev keştî ya Îranê ye û çek bo çekdarên Husî yên li Yemenê veguhastiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.