Îraq bûye yekem welatê henardekarê petrolê bo Amerîkayê

Îraq bo henarde kirina petrolê pêş Siûdiyeyê ketiye.
کوردستان TV
100%

Rojane zêdetir ji 360 hezar bermîl petrol henardeya Amerîkayê kiriye.

Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya giştî ya enerjiyê ya Amerîkayê, hefteya derbasbûyî rêjeya henardeya petrolê ji Îraqê bo Amerîkayê gelek zêde kiriye û Îraq bûye yekem welatê henardekerê petrolê bo Amerîkayê.

Birêveberatiya enerjiya Amerîkayê eşkere kiriye ku, piştî Îraqê Erebistan û Meksîx jî duyem û sêyem welatên henardeker ya petrolê bo Amerîkayê.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hefteya derbasbûyî Amerîka rojane 363  hezar bermîl petrol ji Îraqê hawirde kiriye.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.