Li Îranê 4 diz hatin îdam kirin

rejîm nabêje dizin lê dibêje sîxorên Îsraîlê ne.
کوردستان TV
100%

 

Îran dibêje sîxorî bo Îsraîlê kirine.

Çapemeniya rejîma Îranê îro yekeşm ragihand ku, 4 welatî ku sîxorî bo Îsraîlê kirine hatine darvekirin.

Hin jêderên Îranî yên bawermend qala vê yekê dikin ev 4 kesên ku, hatine girtin, di nava civaka Îranê de bi şelat tên nasîn û karê wan dizî kirin ji xelkê û talan kirina malên xelkê bûye, lê rejîm dibêje sîxorî û Îsraîlê kirine.

Heta niha Îsraîl li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Weke tê zanîn niha li Îranê xwepîşandan û raperîna seraserî li dijî rejîmê heye, lewre rejîm jî her tiştek ku, dike dibêje li dijî Îsraîlê dike û dizan jî îdam dike û dibêje sîxorî bo Îsraîlê kirine armanca rejîmê ji vê yekê bihêz nîşandana xwe ye bi taybetî niha ku gelek lawaz bûye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.