Balefirxaneya Ben Gurion kete alarmê

ajovanê tirmbîlê jî piştî birîndar kirinê hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Tirmbîlek ketiye nava navçeya qedexekirî ya balefirxaneyê.

Li gor çapemeniya Îsraîlê îro yekşem dema Serokwezîrê Îsraîlê xwestiye bi rêya balefirxaneya Ben Gurion ji Tel Avîvê biçe Omanê, bûyereke ewlekarî li vê balefirxaneyê qewmiye û balefirxane bi temamî ketiye alarmê.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, sedema vê bûyerê jî ev bûye ku, tirmbîlek ji ji devera rojava ya Xezeyê ve hatiye bi awayeke derqanûnî ketiye nava herêma qedexe kirî ya balefirxaneyê, hêzên ewlekarî jî daxwaz ji xelkê heyî yê li balefirxaneyê kiriye daku, tedbîrên xwe bistînin û pişt re hêzên ewlekarî karîne tirmbîlê rawestînin û ajovanê vê jî ku, welatiyeke Erebe birîndar bikin û pişt re jî binçav bikin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.