Li Îranê organeke girîng ya rejîmê hate hilweşandin

polîsê exlaqê bibû sedem xwepîşandanên dijî rejîmê destpê bikin.
کوردستان TV
100%

Ev 78 roje li Îranê xwepîşandan li dijî rejîmê hene.

Piştî şehîd kirina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê exlaq ya rejîma Îranê ve, xwepîşandanên berfire li dijî rejîmê destpê kirin û ev 78 roje ev xwepîşandanên han berdewamin.

Di vê çarçoveyê de jî rejîma Îranê neçar bûye gavek paşve bavêje û polîsa exlaqê hilweşîne.

Di vê derbarê de Serokatiya dozgeriya giştî ya Îranê ragihandiye ku, jiber rewşa navxweyî ya Îranê biryar hatiye dayîn daku polîsê exlaqê were daxistin.

Polîsê exlaqê hêzeke çekdar ya Îranêye ku, piştî hêzên Besîc, duyemîn organa girîng ya rejîmê ye.

Dozgeriya giştî ya Îranê eşkere kiriye ku, yek ji sedemên herî girîng û sereke ya alozî û xwepîşandanên Îranê rejîm û organên rejîmê ne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.