Jiber rewşa keş û hewayê bi awayeke demkî liv û tevger hatine rawestandin.
Birêveberê balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Ehmed Huşiyar ragihand ku, îro yekşem 4ê Kanûnê, jiber rewşa keş û hewayê, liv û tevgerên asmanî yên her du balefirxaneyên Hewlêr û Bexdayê bi awayeke demkî hatine rawestandin.
Ehmed Huşiyar diyar kiriye ku, piştî normal bûna rewşa keş û hewayê, vê liv û tevgerên wan her du balefirxaneyan dîsa destpê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin