Rûsye derbên dijwar li cîhadiyên Tirkiyeyê xist

tirkiye ev cîhadî û çekdar amade kiribûn daku, êrîşî ser HSDê bikin.
کوردستان TV
100%

Li Efrîn û Mare gelek cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî yaku, bi SOHR tê nasîn duhê bişev balefirên şer yên Rûsyeyê êrîşeke berfire birine ser komên cîhadî yên Tirkiyeyê yên li derdorê Efrîn û Mare.

Li gor SOHR di êrîşên berfire yên duhê de li wan her du deveran gelek cîhadî û çekdarên ser bi Tirkiyeyê hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, li derdorê Îdlibê jî bi heman awayî Rûsye û Sûriye êrîşeke berfire birine ser komên cîhadî yên ku, ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin.

Ev êrîşên Rûsyeyê di demekê dene ku, zêdetir ji 2 hefteya bordimanên Tirkiyeyê yên bo ser HSD didomin û Tirkiye xwe bo lidar xistina operasiyoneke bejahî amade dike. ev êrîşa han ya Rûsyeyê di demekê deye ku, Tirkiye ev cîhadiyên han amade kiribû daku, êrîşî ser HSDê bikin.

Weke tê zanîn Rûsye, Amerîka, Sûriye û Îran jî li dijî operasiyonên Tirkiyeyê ne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.