HSD: Me operasiyonên xwe rawestandine

bordiman û topbaranên Tirkiyeyê berdewamin.
کوردستان TV
100%

Dibêje jiber êrîşên Tirkiyeyê operasiyonên xwe rawestandine.

Êrîşên asmanî û topbaranên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê didomin û gefên rejîma Tirkiyeyê jî yên bo lidar xistina operasiyona bejahî didomin.

Di vê çarçoveyê de Fermandariya giştî ya HSD diyar kiriye ku, jiber bordiman, êrîş û gefên Tirkiyeyê yên bo lidar xistina operasiyona bejahî, me tevahiya operasiyonên xwe yên hevbeş li gel Amerîka û hevpeymaniya cîhanî li dijî terorîstên DIŞIê rawestandine.

Di daxuyaniya Fermandariya HSDê de hatiye diyarkirin ku, operasiyonên taybetî û her cure liv û tevgereke hevpar ya dijî DIŞIê ji aliyê me ve hatiye rawestandin û em xwe bo rûbirû bûna Tirkiyeyê amade dikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.