Swêd welatiyekî Kurd radestî Tirkiyeyê kir

li Tirkiyeyê 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li ser wî heye.
کوردستان TV
100%

Di sala 2015an de daxwaza penaberiyê ji Swêdê kiribû.

Li gor çapemeniya cîhanî di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiye û Swêdê de, bo endam bûna Swêdê di nava NATO yê de, Swêd welatiyekî Kurd radestî Tirkiyeyê kiriye.

Welatiyê Kurd yê radest kirî navê xwe Mehmûd Tat e, nav hatî sala 2015an ji Tirkiyeyê derketibû û li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû lê daxwaza wî nehatibû pejrandin.

Nav hatî li ser doza KCK hatiye tawanbarkirin û bi 6 sal û 10 mehan cezaya girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.