Heta niha biryara sêdare danê bo 11 xwepîşander hatiye dayîn.
Li gor çapemeniya Îranî, xwepîşandan û raperîna seraserî ya li dijî rejîma Îranê di roja xwe ya 77an de berdewame û hêzên rejîmê jî rixmî nakokî û aloziyên navxweyî yên rejîmê êrîşên xwe yên li dijî xwepîşanderan didomînin.
Di vê derbarê de hate zanîn ku, heta niha dadgehên rejîma Îranê biryara îdam kirinê bo 11 Xwepîşanderên ku, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin, hatiye dayîn.
Hin jêderên din jî behsa vê yekê dikin ku, eger heye gelek xwepîşander ji aliyê dadgehên rejîmê ve bi îdamkirinê werin mehkûmkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin