Dibêje nabe şerê dijî DIŞIê were rawestandin.
Peyvdarê civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê derbarê bordiman û êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) dîsa huşdar daye Tirkiyeyê.
Di vê derbarê de peyvdarê civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Jonh Kirby ragihandiye ku, mafê Tirkiyeyê heye di çarçoveya sînorên xwe de berevanî ji xwe bike û em ji dilgiraniyên Tirkiyeyê fêm dikin lê nabe Tirkiye gave li derveya sînorên xwe bavêje ku, bibe sedema têkdana rewşê û zêdetir kirina aloziyan.
John Kirbî herwiha diyar kiriye ku, heta niha ti belge diyar nebûne ku, Tirkiye bixwaze operasiyoneke bejahî lidar bixe, lê lidar xistina operasiyoneke bejahî, dibe sedema têkçûna rewşa deverê û zirareke mezin dide şerê dijî DIŞIê ku, niha Amerîka û hevparên xwe yên Kurd li deverê de li dijî DIŞIê dimeşînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin