Welatên Rojavayî derbarê Tirkiyeyê de huşdarî didin welatiyên xwe

dibêjin rewşa ewlekarî ya vê welatî têk diçe û aloz dibe.
کوردستان TV
100%

Dibêjin vê li Tirkiyeyê teqîn çê bibin û rewşa vê welatî têk diçe.

Li gor nûçeyeke ajansa Reuters sê welatên Rojavayê bi rêya balyozxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê huşdarî dane welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê.

Reuters belav kiriye ku, welatên Rojavayî ragihandine ku, rewşa ewlekarî ya Tirkiyeyê vê têk biçe û aloz bibe, vê di demên pêş de teqînên din li Tirkiyeyê çê bibin bi taybetî li Enqereyê lewre em daxwaz ji welatiyên xwe dikin bi ti awayî serdana balefirxaneyên Tirkiyeyê, mol û cîhên giştî nekin û baldar bin.

Çavkaniyê herwiha diyar kiriye ku, wezîrê berevanî yê Sirbistanê jî huşdarî daye welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û gotiye: Rewşa ewlekarî ya Tirkiyeyê têk diçe lewre lazime Sirbiyên li Tirkiyeyê baldar bin û xwe biparêzin.

Reuters daye zanîn ku, li ser vê mijarê li gel rayedarên wezareta berevanî, birêveberatiya ewlekariya Tirkiyeyê û wezareta navxwe jî peyviye lê rayedar amade nebûne bersifa pirsan bidin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.