Konsulusê giştî yê Çînê xatir ji Serokwezîr xwest

Çîn û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje kabîneya 9an netenê kariye qirîzan derbas bike belkû çend projeyên girîng jî cîhbicîh kiriye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Çînê yê li herêma Kurdistanê kir û piştî bi dawî hatina civînê, Serokwezîr jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê giştîyê Çînê li herêma Kurdistanê birêz Ni Ruchi kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe de serdana me kiribû.

Me spasiya Konsulusê Çînê kir bo rola ku, bo pêşde birina têkiliyên navbera Çîn û herêma Kurdistanê di dema pîwerdariya xwe de lîstiye û herwiha hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Çînê jî rixmî diyar kirina rêzdariya xwe ya li hember hevkarî û hemahengiya baş ya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya Çîn û welatiyên Çînî yên nîştecîh li herêma Kurdistanê, stayîşa pêşkeftinên herêma Kurdistanê jî ku, di wan salên dawî de hatine bidestxistin kir û kabîneya 9an jî netenê karî qirîzan derbas bike belkû karî çend projeyên girîng û steratejî jî bo bihêztir kirina jêrxana abûriya herêma Kurdistanê cîhbicîh kiriye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.