Rêkarên tendirostî li deriyên sînor hatin guhertin

dibêje mimkune rêkarên tendirostî yên Îranê cuda bin.
کوردستان TV
100%

Dibêje pêdivî bi karta vaksînê nemaye.

Birêveberatiya deriya sînor ya Hac Omeranê îro daxuyaniyek weşand û têde behsa guhertina mercên tendirostî yên taybet bi Koronayê bo sefer kirinê kir.

Di daxuyaniya wezareta tendirostî de hatiye diyarkirin ku, ji îro pêve welatiyên Kurdistanê dema sefer kirinê bo derveya welat pêdiviya wan bi karta vaksîna Koronayê û cerbandinên taybet bi Koronayê nemaye û welatî dikarin bêyî cerbandin û karta vaksînê bi rêya deriya Hac Omeranê serdana welatên din bi taybetî Îranê bikin.

Wezareta tendirostî gotiye ku, ev rêkarên han tenê yên hikûmeta herêma Kurdistanê ne û mimkune rêkarên Îranê cuda bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.