Tirkiye: Bila para min ji petrola bakûrê Sûriyeyê hebe

welatên endam yên NATO dijatiya xwe li hember operasiyonê diyar kirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje eger para min nebe ezê bîrên petrolê wêran bikim.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li Ewrûpayê, ji hin kesên derdorê xwe re ragihandiye ku, armanca me ji operasiyon û bordimanên dijî Bakûrê Sûriyeyê petrole.

Çawişoglû ev gotin piştî civîna navbera rayedarên welatên endamên NATOyê kiriye, jiber ku di civînê de welatên NATO dijatiya xwe ji operasiyonê re ragihandine û çawişoglû jî ev welat bi hevkarî kirina HSD tawanbar kiriye.

Çawişoglû ji kesên derdorê xwe re ( Şêwimrendên xwe re) diyar kiriye ku, nabe li Bakûrê Sûriyeyê Kurd û Amerîka petrolê bibin û em ji vê petrolê bêpar bin, yek ji armancên sereke yên operasiyonê, petrola Bakûrê Sûriyeyê ye, ya lazime para Tirkiyeyê ji vê petrolê hebe anjî vê Tirkiye bîrên petrolê li deverê de wêran bike.

Her di vê darbarê de wezareta derve ya Sûriyeyê jî diyar kiriye ku, armanca sereke ya Tirkiyeyê petrola deverê ye, jiber ku, para Tirkiyeyê nehatiye dayîn Tirkiye êrîşê ser bîrên petrolê li wan deveran dike.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.