Lloyd Austin: Amerîka bi tundî dijî operasiyona Tirkiyeyê ye

duhê jî wezareta berevanî ya Amerîkayê dijatiya xwe li hember operasiyonê diyar kiribû.
کوردستان TV
100%

Wezîrên berevanî yên Tirkiye û Amerîkayê bi rêya telefûnê bihevre peyvîn.

Li gor çapemeniya cîhanî, duhê bişev wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar telefûna wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin kiriye.

Di peywendiya han ya telefûnî de wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê xwestiye behsa operasiyona muhtemel ya Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bike û li hember de jî wezîrê berevanî yê Amerîkayê jê re gotiye raweste, Amerîka bi tundî li dijî vê operasiyona han e, lewre nabe ev operasiyon were lidarxistin.

Ji aliyeke din ve duhê jî wezareta berevanî ya Amerîkayê jî diyar kiribû ku, operasiyona Tirkiyeyê zirarê dide şerê dijî DIŞIê û Amerîka li dijî vê operasiyona hane.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.