DIŞI dibêje xelîfeya me hatiye kuştin

Amerîka dibêje li Derayê hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Amerîka jî dibêje di Cotmehê de ji aliyê HSDê ve hatiye kuştin.

Duhê DIŞIê bi tomareke dengî belav kir ku, Xelîfeya wan Ebulhesen Haşim Qoreyişî di pevçûnekê de hatiye kuştin.

Piştî belav bûna tomara han, hin alî û derdor jî diyar kirin ku, Xelîfeya DIŞI di destê hêzên Tirkiyeyê deye û ne hatiye kuştin.

Lê piştre Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî belav kir ku, xelîfeya terorîstên DIŞIê di nîveya yekem ya Cotmeha 2022an de ji aliyê hêzên Sûriyeya demokratîk ( HSD) ve hatiye kuştin.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî diyar kiriye ku, xelîfeya DIŞIê li Derayê ji aliyê HSDê ve hatiye kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.