17 welatiyên Kurd li Paweyê hatine revandin

heta niha çarenivîsa welatiyên revandî nediyare.
کوردستان TV
100%

Xwepîşandan û raperîna gelên Îranî dijî rejîmê berdewame.

Di çarçoveya xwepîşandan û raperîna gelên Îranî yên li dijî rejîma vê welatî de ku, zêdetir ji 75 rojane berdewame, rejîma Îranê jî êrîşên xwe li ser xelkê didomîne.

Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê eşkere kiriye ku, di nava 10 rojên derbasbûyî de li bajarê Pawe ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîmê herî kêm 17 welatiyên Kurd revandine û rixmî hewldanên kesûkarên wan heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Ji aliyeke din ve li bajarên din yên weke Merîwan, Sine, Bûkan, Dêwelan, Seqiz, Mehabad, Serdeşt û Pîranşar jî rixmî zextên rejîmê û tedbîrên tund yên leşkerî û ewlekarî, lê xelkê Kurdistanê berdewame li ser raperîna xwe û li deverên din yên Îranê jî bi heman awayî xwepîşandan berdewamin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.