Rayedarekî Îranî: Me bazara Îraqê ji dest daye

dibêje Îraq tenê di warê elektirîkê de pêdiviya xwe bi Îranê heye.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îraq êdî berhemên petrol û çandiniyê ji Îranê nastîne.

Serokê navenda berhemên petrol û çandiniyê ya Îranê Seyid Hemîd Husênî ragihandiye ku, Îran bazara Îraqê bo berhemên petrol û çandiniyê ji dest daye û êdî Îraq nikare berhemên petrol û çandiniyê ji Îranê bistîne.

Husênî diyar kiriye ku, di nava 8 mehên derbasbûyî de rêjeya henardeya Îranê bo Îraqê gelek kêm bûye û gehêştiye asta 4 miliyar dolaran.

Nav hatî diyar kiriye ku, niha Îraq tenê di warê elektirîk û berhem anîna elektirîkê de pêdiviya xwe bi Îranê maye û di warê berhemên petrol û çandiniyê de ti pêdiviyeke Îraqê bi Îranê nemaye.

 

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.