Dibêje operasiyon dibe sedema jinav çûna destkeftên dijî DIŞIê.
Bertekên dijî gefên Tirkiyeyê yên bo li darxistina operasiyoneke bejahî li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewamin.
Di vê çarçoveyê de wezareta berevanî ya Amerîkayê ( Pentagon) baldarî da Tirkiyeyê û ragihand ku lazime Tirkiye dev ji xelayên operasiyonê berde.
Pentagonê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, her cure operasiyoneke bejahî ya Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê li dijî hevbeşên me vê bibe sedema lawaz bûna şerê dijî DIŞIê, wejandina DIŞIê û ji nav birina destkeftên dijî DIŞIê yên ku, gelek bi dijwarî hatine bidestxistin û ji wan jî zêdetir dibe sedema mirina xelkê medenî û aloz bûna rewşa deverê.
Pentagonê huşdarî daye Tirkiyeyê û gotiye lazime dev ji xeyalên operasiyonê berde û bi rêya diyalogê kêşeyên heyî çareser bike.
Ji aliyeke din ve duhê jî jeneralên teqawid yên Tirkiyeyê gotibûn ku, operasiyon ti têkiliyeke xwe bi ewlekariya nîştimanî ya Tirkiyeyê re tuneye û tenê bo hilbijartinane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin