Jeneralê taqawid: Operasiyon ji bo hilbijartinê ye

dibêje operasiyon ti têkiliyeke xwe bi ewlekariya nîştimanî ya Tirkiyeyê re tuneye.
کوردستان TV
100%

Daxwaz ji artêşê dike çav vekirî be û nekeve lîstokên siyasî.

Bertekên dijî operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) berdewamin û di vê çarçoveyê de duhê bişev jeneralê teqawîd yê artêşa Tirkiyeyê Erdal Sarizeybek di dema beşdarî kirin di bernameyeke kanala gundem tukr de behsa operasiyonê kir û rexne li desthilata siyasî ya Tirkiyeyê kir.

Erdal Sarizeybek di gotinên xwe de diyar kir ku, ti tikiliyeke operasiyonê bi ewlekarî û asayîşa sînorên Tirkiyeyê re tuneye, operasiyon kart û amrazeke ku, ji aliyê desthilatê siyasî yê Tirkiyeyê ve bo bidest xistina dengên zêdetir tê bikaranîn.

Ev jeneralê artêşê daxwaz ji artêşa Tirkiyeyê kiriye ku, di vê warî de çav vekirî be û nekeve nava lîstokên siyasî yên navxweyî û xwe neke amûrek di destê desthilata siyasî de.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.