Li Îranî şadî û dîlane

ev binketin coşeke mezin da xwepîşandanên dijî rejîmê.
کوردستان TV
100%

Duhê tîma Îranê li hember tîma Amerîkî binket.

Di çarçoveya misabiqeyên cîhanî yên olempiyada 2022an ya Qeterê de, duhê bişev misabiqeya navbera Îran û Amerîkayê hebû.

Di encama misabiqeyê de tîma Amerîkî kariye 1 bi 0 ji tîma Îranê bibe û Îran bixesire û ji olempiyadan derkeve.

Ev xesirîn û biketina Îranê ji aliyê gelên Îranî ve ku, niha li dijî rejîmê ev 75 roje di raperînê dene weke cejneke mezin hate pîrozkirin û jiber vê binketina han duhê dîsa beruvajî xwestekên rejîmê, li seraserê Îranê şadî, xwepîşandan û raperîn li dijî rejîmê hebû.

Bi binketina Îranê li hember Amerîkayê, Îran di olempiyadên îsal de binket û hete derxistin ku, ev yek jî bû sedem daku, raperîn û xwepîşandanên dijî rejîmê bi coşeke mezintir bidomin.

Ji aliyeke din ve duhê kanala cnn belav kiribû ku, spaha pasdaran gef li lîstokvanên Îranî kiriye daku, li hember Amerîkayê helwesteke tund nîşan bidin beruvajî vê lêpirsîn ji tevahiya wan were kirin.

Nûçe Spor

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.