National Geographic: Hewlêr 17mîn bajarê herî xweş yê cîhanê ye

di warê aramî û ewlehiyê de aramtirîn bajarê deverê ye.
کوردستان TV
100%

2023 dibe paytexta torîzma Erebî.

Govara National Geographic ya Amerîkî raportek derbarê bajarên herî xweş yên cîhanê belav kiriye û di raporta han de behsa Hewlêrê jî hatiye kirin.

Di raportê de hatiye nivîsandin ku, Hewlêr yaku biryare sala 2023an weke paytexta torîstîkî ya Erebî were ragihandin 17mîn bajarê herî xweş ya cîhanê ye.

Di berdewamiya raportê de qala vê yekê hatiye kirin ku, cudatiyeke gelek zêde di navbera Hewlêr û bajarên din yên Îraqê de heye û daxwaz ji torîstan kiriye ku sala 2023an serdana Hewlêrê bikin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.