Koreya Başûr û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Koreya Başûr berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyan li Kurdistanê de.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Koreya Başûr civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Koreya Başûr li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Koreya Başûr yê li Îraqê birêz Choi Sung Soo kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Koreya Başûr de kir.

Balyozê Komara Koreya Başûr Choi Sung Soo rixmî balkêşandine ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyên dostane yên welatê xwe li gel herêma Kurdistanê, bi awayeke kurt behsa kar  û projeyên Koreya Başûr li herêma Kurdistanê kir.

Me jî spasiya Koreya Başûr kir bo beşdarî kirinê di prosesa geşe pêdana herêmê û piştîvanî kirin ji hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya cihbicîh kirina projeyên hevbeş di n avbera hikûmeta herêm û kompaniyên Korî di çend warên cur bicur de, bi taybetî dîcîtalîze kirin û elektironîze kirina sîstema girêbestên giştî, ku, dibe sedema danîna sînorek bo çarçor kirina samanên giştî û kêm kirina rûtîn û pêşde birina rûnî û şefafiyet ku beşeke girîng ya karnameya kabîneya 9an e.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.