Holenda berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Holenda û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel wezîra berevanî ya Holendayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîra berevanî ya Holendayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîra berevanî ya Holendayê birêz Xatû Cassia Olngern kir.

Di civînê de wezîra berevanî ya Holendayê Cassia Olngern behsa hebûna têkiliyên dostane û bihêz di navbera Holenda û herêma Kurdistanê de kir û tekez li ser berdewamiya hevkarî, hemahengiya ewlekarî, leşkerî û piştîvanî kirina pêşmerge ji aliyê welatê xwe ve kir.

Me jî spasiya piştîvaniyên Holendayê kir ku, di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî de berdewame li ser piştgîrî kirina herêma Kurdistanê. Herwiha rêzdariya me ya bo Holendayê hebû ku yek ji wan welatane ku, piştîvaniya plan û bernameya kabîneya 9an e bi taybetî derbarê pir cure kirina abûrî û girîngî dan bi kerta çandiniyê.

Di mijareke din ya civînê de ku, taybet bû bi girîngiya parastina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê, em her du alî rixmî mehkûm kirina êrîşên ser herêma Kurdistanê, tekez jî li ser pêwîstiya rêz girtin û parastina serweriya Îraq, herêma Kurdistan û dawî anîn bi êrîşên han kir.

Me ev yek diyar kir ku, herêma Kurdistanê weke hertim, fakterê ewlekarî û aramiyê dibe li deverê de û dixwaze bibe xwedan têkiliyên dostane li gel welatên cîran li ser esasê cîrantiya b aş û rêz girtin ji hev û du û berejwendiyên hevbeş.

Pêşveçûnên prosesa yekxistina hêzên pêşmerge, reformên nava wezareta pêşmerge û rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê jî mijarên din yên civîna me bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.