John Kirby: Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina HSD

Amerîka dibêje piştîvaniya me bo HSD berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje Amerîka naxwaze ti liv û tevgerek bibîne ku, metirsîdar be bo ser leşkerên Amerîkî.

Qordînatorê beşê gehandina steratejîk ya konseya ewlekariya Amerîkayê John Kirby di preskonferansekê de behsa gefên Tirkiyeyê yên li dijî HSD û Rojavayê Kurdistanê kir.

John Kirby diyar kir ku, derbarê teqîna Îstebûlê de em nikarin bêjin kî, kê ev teqîna han kiriye jiber ku, rayedarên Tirkiyeyê bo xwe jî nakokiyên wan li ser vê teqînê heye, lê mafê Tirkiyeyê jî heye ku, welatiyên xwe biparêze.

Kirby herwiha diyar kiriye ku, DIŞI hîn jî metirsiyeke cidiye li Sûriye û Îraqê, leşkerên Amerîkî jî li wan welatan li gel hevbeş û hevparên xwe berdewamin li ser şerê dijî DIŞIê.

Kirby eşkere kiriye ku, Amerîka naxwaze ti liv û tevgereke leşkerî yaku bibe sedema mirina welatiyên medenî û metirsî bo ser leşkerên Amerîkî li deverê de bibîne.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku, leşkerên Amerîkî li Bakûr û Rojhilatên Sûriyeyê ne û piştîvaniya HSDê dikin û ev piştîvaniya han jî berdewam dibe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.