Amerîka û Îsraîl xwe li dijî Îranê amade kirine

pîlotên wan jî li ser firînên dûr têne perwerdekirin.
کوردستان TV
100%

Duhê tetbîqateke hevbeş ya leşkerî lidar xistin.

Li gor çapemeniya Îsraîlî, Amerîka û Îsraîl bo rûbirû bûna Îranê û êrîş kirine ser navendên etomî yên Îranê xwe amadekirine.

Di vê derbarê de kanala I24 belav kiriye ku, duhê sêşemê artêşa Îsraîl û Amerîkayê tetbîqateke hevbeş ya leşkerî bo êrîş kirine ser navendên etomî yên Îranê lidarxistine.

Li gor çavkaniyê, armanc ji tetbîqata han ya hevpar xwe amade kirina wan her du welatane bo êrîş kirine ser navendên etomî yên Îranê.

Her di heman tetbîqatê de pîlotên Îsraîlî û Amerîkî jî li ser firînên demdirêj û dûr hatine perwerdekirin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Îsraîl eşkere kiribû ku, Îranê xwedanê zêdetir ji hezar mûşekên balistîkî yên curbicure.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.