Spaha Pasdaran gef li Lîstokvanên Îranî kiriye

dibêje emê lîstokvanan û kesûkarên wan binçav bikin.
کوردستان TV
100%

Îşev lîstoka navbera Îran û Amerîkayê ye.

Kanala CNN belav kiriye ku, li gor zaniyariyên ku, ji malbet û kesûkarên Lîstokvanên tîma milî ya Îranê dest wan ketine, spaha Pasdaran gef li Lîstokvan û kesûkarên wan kiriye.

CNN eşkere kiriye ku, spaha Pasdaran gef li kesûkarên Lîstokvanan kiriye ku, di misabiqeyên berê de sirûda nîştimanî ya Îranê nexwendine û eger di misabiqeya navbera Îran û Amerîkayê de jî lîstokvan piştîvanî bidin xelk û xwepîşandanên dijî rejîmê, vê demê spah kesûkarên wan binçav dike û di dema vegerê bo Îranê de jî Lîstokvanan jî binçav dike.

Nûçe Spor

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.