Parlementoya Franseyê biryar nameyek dijî Îranê pejrand

hefteya derbasbûyî Yekîtiya Ewrûpayê jî dijî Îranê biryarname amade kiribû.
کوردستان TV
100%

Franse daxwaz dike zextên zêdetir li ser Îranê werin kirin.

Duhê bişev parlementoya Franseyê bi piraniya dengan biryarnameyek li dijî rejîma Îranê pejrand.

Li gor biryarnameya han yaku, bi 149 dengan hatiye pejrandin, parlementoya Franseyê daxwaz dike, derbarê kuştina Jîna Emînî û herwiha kuştina xwepîşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve, zextên cîhanî li dijî Îranê werin zêdetirkirin.

Di biryanameyê de hatiye diyarkirin ku, Îran zordarî li xwepîşanderan dike, azadî û mafên wan binpê dike ku, ev jî beruvajî qanûn û rêcikên cîhaniye lewre lazime civaka cîhanî zextên xwe yên li dijî Îranê zêdetir bike.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî parlementoya Ewrûpayê dest bi amadekirina qanûneke nû bo qut kirina têkiliyên xwe li gel Îranê kiribû lê hîn jî ev proje qanûna han neketiye dengdanê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.