Peyveke Sûdanî bûye sedema dilgiraniya Îranê

Îran dibêje kendav ya mine û Sûdanî jî dibêje ya Erebane.
کوردستان TV
100%

Sûdanî duhê bişev peyvek bikar aniye ku, Îran jê gelek acize.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî duhê bişev di gotareke xwe de derbarê rewşa Kendavê de peyvî û peyva Kendava Erebî bikar anî.

Bikaranîna peyva Kendava Erebî bûye sedema aciz û dilgiran bûna Îranê ji ber ku, Îran bikar anîna vê peyva han weke gef û metirsiyeke mezin li ser xwe dinirxîne.

Sûdanî bi gotina peyva kendava Erebî, di rastî de dijatiya steratejiya Îranê kiriye ku, Îran ev kendava han weke kendava faris bilêv dike û dibêje kedav ya Îranê ye.

Li hember de jî tevahiya welatên erebî yên kendavê qala vê yekê dikin ku, kendav beşeke girîng ya welatên erebiye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.