Li gel şandeke odeya bazirganî ya Keldanî Amerîkî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke odeya Keldanî Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke bilind ya odeya bazirganî ya Keldanî Amerîkî û dezgeha komelgeha Keldaniyan bi Serokatiya birêz Martin Menna kir.
Serokê odeya bazirganiya Keldanî Amerîkî û komelgeha Keldaniyan, bi awayeke kurt behsa kar, çalakî û projeyên xwe li Amerîka, herêma Kurdistanê û deşta Nînovayê kir û amadebûna xwe jî bo beşdarî kirineke çalak di prosesa avedan kirin û geşe pêdana Kurdistanê nîşan da.
Di civînê de me behsa vê yekê kir ku, Kurdistan nîştimana tevahiya pêkhateyên netewî û olî yên cudaye û lazime tevahiya me hevkar û alîkar bin bo zêdetir pêşxistina herêma Kurdistanê û pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane ya di navbera tevahiya pêkhateyan de.
Me herwiha piştîvaniya herêma Kurdistanê jî ya bo daxwazên reva yên Kirîstiyanan û pêkhateyên cuda yên deşta Nînovayê û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê diyar kir û tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên wan deveran di çarçoveya madeya 140 ya destûrê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin