Li mala Xamneyî jî derbeke dijwar li rejîmê hate dan

dibêje lazime welatên cîhanê têkiliyên xwe li gel rejîmê qut bikin.
کوردستان TV
100%

Xwarziyêa Xamneyî dibêje lazime rejîma faşîst were hilweşandin.

Xwepîşandan û raperîna gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewamin û di çarçoveya wan xwepîşandanan de xwarziya Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî jî li dijî rejîma Îranê daxwazek pêşkêşî civaka cîhanî kir.

Ferîde Muradxanî ku, çalakvaneke medenî ya Îranê û hevdem xwarziya Xamneyiye, di tomareke vîdeoyî de daxwaz ji xelkê Îranê kiriye daku, xwepîşandanên xwe yên dijî rejîma dîktator, jin û zarok kuj ya Îranê bidomîne û ev rejîma han hilweşîne.

Ferîde Muradxanî herwiha daxwaz ji civaka cîhanî jî kiriye ku, piştîvaniya xelkê Îranê bike, têkiliyên xwe li gel rejîma dîktator qut bike.

Muradxanî daxwaz ji welatên cîhanê jî kiriye ku, tevahiya balyoz û Konsulusên xwe yên li Îranê vekêşin û bi vê awayî li dijî rejîma dîktator ya Îranê piştîvaniya gelên Îranê bikin.

Weke tê zanîn zêdetir ji 70 roje li Îranê li dijî rejîma vê welatî xwepîşandan û raperîn heye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.