Hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

behsa êrîşên ser deverên sînorî yên herêma Kurdistanê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya.

Êwara îro Serokwzîr Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê birêz Jeneral Andrew Garner kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên Îraqê, deverê û rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê û girîngiya parastina serwerî, ewlekarî û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê kir.

Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê bi awayeke kurt behsa pîwerdarî û çalakiyên hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê kir û pêbendiya hevpeymaniya navnetewî jî li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê diyar kir.

Me jî balkêşande ser pêngavên dawî û pêşkeftinên prosesa reform û yekxistina hêzên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge û tekez li ser pêwîstiya serxistina prosesa han weke beşeke girîng ji karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Mijareke din ya civîna me taybet bû bi çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û pêşde birina hemahengiya ewlekarî û leşkerî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.