Serokwezîr li gel şandeke Kongrêsa Amerîkayê civiya

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Kongrêsa Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Kongrêsa Amerîkayê bi Serokatiya Kongrêsman birêz Mark Tacano kirk u, ji hijmarek endamên Kongrêsê weke Alyssa Slotkin, Colleen Allred û Katie Porter pêk hatibû.

Di civînê de ku, balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Xatû Alina Romanawsky jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê, pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê û girîngiya parastina serwerî, asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê kir.

Şanda Kongrêsa Amerîka behsa têkiliyên bihêz yên di navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê de kir û bi navê Kongrêsê jî piştîvaniya xwe bo herêma Kurdistanê weke ezmûneke demokrasiyê ya serkeftî li Îraqê diyar kir.

Şanda han stayîşa rewşa azadiya olî, bihevre jiyana aştiyane ya di navbera tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê de kir.

Me jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê kir û tekez li ser vê yekê jî kirk u, herêma Kurdistanê weke hertim faktereke sereke ya aramî û ewlekariyê dibe li Îraq û deverê de.

Me herwiha diyar kir ku, niha derfeteke nû derketiye holê ku, hikûmeta federalî xizmeta tevahiya pêkhateyan bêyî cudatî bike û li ser esasê destûr û karnameya kabîneya nû kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî jî bi awayeke mayinde çareser bike.

Reformên kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê, bi taybetî reform û yekxistina hêzên pêşmerge, girîngiya hevhelwestî û yekdengiya aliyên Kurdistanê bo berevanî kirin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê, mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.