Hevdîtinên Serokê herêmê li Bexdayê destpê kirin

di civînan de tekez li ser karên hevbeş bo derbas kirina Îraqê ji rewşa heyî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel hevpeymaniya Ezim û Serokê civata ewlekariya nîştimanî civiya.

Îro danê sibê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo domandina civîn û hevdîtinên xwe yên hefteya derbasbûyî yên li gel rayedarên Îraqê, dîsa serdana Bexdayê kir.

Di çarçoveya vê serdanê de Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî civiya.

Di civînê de giftûgo li ser pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Îraqê hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya karên hevbeş yên aliyên Îraqî bo derbas kirina welat ji rewşa heyî kirin û anîn ziman ku, lazime tevahiya aliyên Îraqî piştîvaniya hikûmeta nû ya Îraqê bikin.

Piştî vê civînê jî Nêçîrvan Barzanî li Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî jî civiya û ev civîna han hîn jî didome.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.