Şanda hikûmeta herêmê diçe Bexdayê

Serokê herêmê jî niha li Bexdayê ye.
کوردستان TV
100%

Îro şand diçe û li gel aliyên têkildar dicive.

Îro Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotiyar Adil ragihand ku, piştî ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, vê îro bo cara ewil şanda hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Peyvdarê hikûmetê Cotiyar Adil ragihand ku, biryara çûna şanda Kurdistanê bo Bexdayê di 9ê Mijdarê de hatibû dayîn lê jiber hin sedeman ev serdan hatiye paş xistin bo îro.

Cotiyar Adil di beşeke din ji gotinên xwe de diyar kir ku, şanda Kurdistanî li gel rayedarên hikûmeta federalî û aliyên têkildar dicive û behsa maf û şayisteyên darayî, qanûna petrol û gazê, dosyeya pêşmerge, cîhbicîh kirina karnameya kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera Hewlêr û Bexda û çend mijarên din dike.

Weke tê zanî her îro danê sibê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî serdana Bexdayê kir û li gel aliyên têkildar yên Îraqê niha di civîn û hevdîtinan deye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.