Du welatiyên din li Sineyê hatin revandin

hevdîtin gel wan çê nebûye lê tenê ji wan re hatiye gotin ku li girtîgeha îtlaatê dene.
کوردستان TV
100%

Ev her du hevjînin hevin.

Di çarçoveya berdewamiya xwepîşandanên gelên Îranî yên li dijî rejîma vê welatî de, girtin û eşkence kirina xelkê jî ji aliyê hêzên rejîmê ve berdewame.

Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, roja çareşma derbasbûyî li bajarê Sineyê hêzên rejîma Îranê du welatiyên Kurd ku, hevjînên hevin revandine û ev çend roj bû kes nedizanî li kûderêne lê malbeta wan kariye wan di nava girtîgeha îtlaata rejîmê ya li Sineyê de bibîne.

Hengawê ev yek eşkere kiriye ku, ji destpêka xwepîşandanan ve heta niha bi giştî 148 jinên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.