Îsraîl gelek belgeyên îstîxbaratî daye NATO û YE

di wan demên dawî de Rûsye dijî Ukraynayê dronên Îranî bikar tîne.
کوردستان TV
100%

Ev belge derbarê şandina çekane ji aliyê Îranê ve bo Rûsyeyê.

Malperea Exus belav kiriye ku, hikûmeta Îsraîlê gelek belgeyên îstîxbaratî derbarê şandina çekd û cebelxaneyên curbicur ji aliyê Îranê ve bo Rûsyeyê daye welatên Rojavayê û civaka cîhanî.

Li gor çavkaniya han, Dîplomatên îsraîlî diyar kirine ku, rayedarên Îsraîlî ev belgeyên han dane NATO, Yekîtiya Ewrûpayê û gelek welatên din yên cîhanê.

Herwiha balyozê Îsraîlê yê li Rûsyeyê ev mijara han jî li gel rayedarên Rûsyeyê parve kiriye û dilgiraniya Îsraîlê li ser vê mijarê gehandiye rayedarên Rûsyeyê.

beriya niha jî ev mijar çend caran bûye rojev û tê gotin Îran gelek dron daye Rûsyeyê û Rûsye di wan demên dawî de dijî Ukraynayê dronên Îranî bikar tîne.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.