Serokwezîrê Îraqê diçe Tehranê

Serokkomarê Îranê daxwaz ji Sûdanî kiriye daku serdana Îranê bike.
کوردستان TV
100%

Vê sibê duşem bigehêje Tehranê.

Li gor çapemeniya Îraqî, rayedarên Îranî daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî kirine daku, serdana Tehranê bike û li gel rayedarên Îranê bicive.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, Sûdanî ev daxwaza han qebûl kiriye û vê roja 28ê Mijdarê serdana Tehranê bike.

Tê payîn ku, di serdana han de Sûdanî û Serokkomarê Îranê behsa têkiliyên navbera Îraq û Îranê, mijara êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê û çend babetên din bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.