Li Zap û Metîna derbên dijwar li artêşa Tirkiyeyê hatin xistin

li Metîna jî du navendên artêşa Tirkiyeyê hatine jinav birin.
کوردستان TV
100%

Tenê li Zapê 5 leşker hatine kuştin.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê ragihand ku, duhê danê êwarê li devera Zapê di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyeyê de pevçûn derketiye.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Tirkiyeyê di encama pevçûnên li Zapê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve PKK jî belav kiriye ku, piştî pevçûnên li Zapê, li Metîna jî gerîla êrîşî ser du navendên artêşa Tirkiyeyê kirine û ev her du navendên han bi temamî kontrol kirine, gelek leşker kuştine û dest danîne ser çek û cebelxaneyên wan.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.