Artêşa Tirkiyeyê duhê bişev çend deverên din topbaran kir

herî kêm 12 leşkerên Tirk û 8 cîhadî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Çend leşkerên Tirk û cîhadiyên Tirk jî hatine kuştin.

Li gor jêderên ji Rojavayê Kurdistanê şeva derbasbûyî topxaneyên Tirkiyeyê bi dijwarî derdorê Hesekê, Eyn Îsa, Reqa û Kobanê topbaran kirine.

Herwiha jêder behsa vê yekê dikin ku, li derdorê Eyn Îsa û sînorên nêzî Kobanê jî pevçûn di navbera HSD, Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê de qewmiye û di encama pevçûnan de herî kêm 12 leşkerên Tirk û 8 cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê hatine kuştin.

Li gor zaniyariyên ku, heta niha hatine bidestxistin, heta niha di encama topbaran û êrîşên şeva derbasbûyî yên Tirkiyeyê de, çend welatiyên medenî birîndar bûne û zirar jî gehêştiye mal û xaniyên çend welatiyan.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.