Daxwaz ji wan dike vegerin Kurdistanê.
Îro me pêşwaziya şandeke bilind ya Yekîtiya navnetewî ya Keldanî bi Serokatiya birêz Sam Yono kir ku, ji nunerên diyasporaya Keldanî li Bakûrê Amerîka û Ewrûpayê, Keldanên Îraq û herêma Kurdistanê pêk hatibû.
Serokê Yekîtiya navnetewî ya Keldanî stayîşa pêşkeftin, awedanî û bihevre jiyana aştiyane li herêma Kurdistanê kir û piştîvaniya diyasporaya Keldanî ya li derveya welat jî bo hikûmeta herêma Kurdistanê û beşdarî kirin di prosesa geşe pêdana herêma Kurdistanê de diyar kir.
Me jî spasiya Yekîtiya navnetewî ya Keldanî kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser pêşde birina zêdetir ya çanda bihevre jiyan, azadiya olî û parastina mafên tevahiya pêkhateyan û me herwiha daxwaz ji diyasporaya Keldanî û Mesîhiyan ya li derveya welat kir ku, vegerin herêma Kurdistanê û roleke xwe ya çalak bo pêşxistina Kurdistanê bilîzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin