Zêdetir ji 5 hezar welatiyên Kurd hatine revandin

li Rojhilatê Kurdistanê gelek welatiyên Kurd jî hatine şehîdkirin.
کوردستان TV
100%

Di nava du mehan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di nava du mehên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 5 hezar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin.

Hengawê belav kiriye ku, di nava du mehên derbasbûyî de jiber xwepîşandan û raperînên heyî yên gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî, tenê li Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir ji 5 hezar welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.

Heta niha Hengawê kariye nasnameya hezar û 200 ji wan revandiyan eşkere bike.

Ji aliyeke din ve heta niha li seraserê Îranê nêzî 500 kes jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin ku, hijmara herî zêde li Rojhilatê Kurdistan û Belûçistanê ye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.