Xwepîşandan û raperîna li Îranê berdewame

êrîşên hêzên rejîmê jî li dijî xelkê berdewamin.
کوردستان TV
100%

Ev 71 roje gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî dest bi raperînê kirine.

Di çarçoveya xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî de duhê jî li gelek bajar û bajarokên vê welatî li dijî rejîmê xwepîşandanên gelek mezin hatin kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê, Sîstan û Belûçistan û herwiha li navend û Bakûrê Îranê bi taybetî li Tehranê jî xwepîşandanên gelek mezin li dijî rejîmê bi diroşmeyên mirin bo dîktator hatin lidarxistin.

Li gel berdewamiya xwepîşandanên xelkê, hêzên rejîmê jî berdewamin li ser êrîş kirine ser xelkê.

Li gelek zanîngehên vê welatî grevên giştî jî berdewamin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.