Ferhad Şamî: Niyeta Tirkiyê eşkere bû alîkariya malbatên DIŞI`ê dike

dibêje Tirkiye hewl dide endamên DIŞI û kesûkarên wan birevîne.
کوردستان TV
100%

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker kampa Holê topbaran kir, mudîrê navenda ragihandinê ya QSD`ê metirsiya xwe li hember niyetên Tirkiyê ku dixwaze girtîgehên DIŞI`ê bike hedef, rave kir.

Mudirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Balafirên şer ên Tirkiyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên berpirsên parastina kampa Holê kirin hedef. Di encamê de gelek malbatên DIŞI`ê ji kampê reviyan. Niha hêzên ewlekariyê ji bo girtina wan malbatan ketine nav tevgerê.”

Şamî wiha domand: “Ev niyeta Tirkiyê eşkere dike ku dixwaze alîkariya wan malbatan bike ji bo birevin. Em ji hedefgirtina van girtîgehan bi fikar in.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Weke tê zanîn duhê bişev balefirên Tirkiyeyê çend caran derdorê kempa holê yaku, kesûkarên DIŞIê têdene bordiman kiribû.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.