Li Bûkanê 13 welatiyên Kurd hatine şehîd kirin

li bajarên Rojhilatê rejîm dijî xelkê çekên giran bikar tîne.
کوردستان TV
100%

Di nava hefteyekê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewamin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî xwepîşandan û raperîna dijî rejîmê berdewame û hêzên rejîmê jî bi awayeke hovane êrîşî ser welatiyên Kurd dikin.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku, tenê di nava hefteyekê de li bajarê Bûkanê ya Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 13 welatiyên Kurd bi destê hêzên rejîmê hatine şehîdkirin.

Ji aliyeke din ve li beriya du rojan li bajarê Ciwanroyê jî bi heman awayî rejîm bi çekên giran êrîşî ser welatiyên Kurd kiribû û gelek welatî şehîd bibûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.