Serokwezîr Brîtanyayê nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê nivîsandiye.
Serokwezîrê Brîtanyayê nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî nivîsandiye û Serokwezîr Mesrûr Barzanî wisa naveroka nameyê belav kiriye;
Nameyek ji Serokwezîrê Brîtanyayê birêz Rishi Sunak gehêşte me
Serokwezîrê Şahnişîna Yekgirtî di nameya xwe de behsa vê yekê kiriye ku, Şahnişîna Yekgirtî xwedan têkiliyên kevnare li gel herêma Kurdistanê û kêfxweşim ku, têkiliyên han yên dîrokî îro ji her demeke din zêdetir bihêzin, em xwedan buha û warên hevkariya hevbeşin, Şahnişîna Yekgirtî pêbende bi ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê weke beşek ji Îraqeke bihêz û yekgirtî.
Serokwezîrê Şahnişîna Yekgirtî tekez li ser girîngiya pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê bi taybetî di ware bazirganî, hêlbirîn, çandinî û dicîtalîze kirinê de dike.
Serokwezîr di dawiya nameya xwe de nivîsandiye: Bi kêfxweşî ve bi hêviya kar kirinê me li gel we di dema Serokwezîriya min de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin